ERZURUM
Li herêma Rojhilata Anadoluyê hewa herî sar li Agiriyê hat pîvan. Li Agiriyê hewa di bin sifirê 11 pile ye.
Li gorî agahiya ku ji midûriyeta herîma 12an a meteorolojiyê hat hildan, li herêma ku di bin hilmegura bilind a ku ji aliyê Sibîryayê tê de ye û hewa sar e.
Hewaya herî sar li bajarên Rojhilatê wiha hat pivan; Agirî di bin sifirê de 11 pile, Erdehan di bin sifirê de 5 pile, Qers di bin sifirê de 7 pile, Erzirom di bin sifirê de 1 pîle ye û Îdir sifir.
Germahiya herî zêde ya navarojê jî li Erdehanê 6 pile, li Qersê 5, li Erziromê 7 û li Îdirê 15 pîle tê texmînkirin.
Li navendên bajaran qalindahiya berfê li Erziromê 3, li Qersê 4, Cibiltepeya navenda xweşiqitandinê 47, li Qonakliya navenda xweşiqitandinê jî 79 santêm hat pîvandin.