Önder Beyter
07 Tîrmeh 2020•Rojanekirin: 08 Tîrmeh 2020
Koçerên li Herêma Rojhilatê Anadoluyê di kelekela havînê da û her wiha di demeke ku Cejna Qurbanê nêzîk bûye da dest bi pezbirê kirin ji bo ku pez hem hênik bibe û hem jî rind şîr bide û qelew bibe.
Li herêma ku ji hêla hejmara pez û dewaran a li welêt va xwedî ciyekî girîng e, zivistanê pez li ser dirûngeyê tê alifkirin, havînan jî xwediyên biran bi piranî keriyên pezê xwe didin pêşiya xwe û berê xwe didin zozanan.
Li zozanan niha jî ji ber germê û ji ber nêzîkbûna Cejna Qurbanê "pezbirê" dest pê kiriye. Di rojên pezbirê da koçer bi malbatî zehmetê dibînin, lewra çend serî pezê wan hebe, yek bi yek tînin datînin erdê, piyên wan girê didin û wisa dibirin. Ev şixul jî mirov hinekî aciz dike.
Ji ber germê tatêla koçeran a "pezbirê" zêde bû
Li navçeya Kemahê koçerên ku pezê xwe derxistin Zozanê Heybeliyê yê 2 hezar û 200 metre bilind, bi hevrîngê dest bi pezbirê kirin.
Heywandar Bekir Gumuştaş (50) û kurê malê Musa Gumuştaş ku xwendekarê pola 4emîn a Beşa Hemşîretiyê ya Zanîngeha Muş Alparslanê ye jî ketine tatêla pezbirê.
Bekir Gumuştaş di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku ew karê bav û kalê xwe didomîne.
Gumuştaş diyar kir, ji ber ku pezbir karekî zehmet e, kurê wî Musa ku xwendekarê zanîngehê ye jî alîkariya wî dike.
Musa Gumuştaş jî bal kişand ku ew havînê ji bo ku alîkariya malbatê bike, digel wan derdikeve zozanê û wiha got:
"Em pez dibirin, hiriya wê berhev dikin. Em salê carekê vî karî dikin. Ev ji bo pez jî baş e, şîrê wan zêde dibe û qelew dibin. Her wiha ez ji bo azmûna KPSSyê jî amadekariyê dikim."