Elif Irmak
05 Rêbendan 2021•Rojanekirin: 06 Rêbendan 2021
Waliyê Hekariyê û Wekîlê Şaredar Îdrîs Akbiyik got ku "Hekariyê sezona kaşûnê ya 2021î vekir. Em hedef dikin ku îsal pêşbaziyên kaşûnê yên Tirkiyeyê li vir bikin"
Li Navenda Kaşûnê ya Mêrga Botan a li bajêr ya ku 2 hezar û 800 mêtro bilind e pêşbaziyên Yekemîniya Bajêr a Dîsîplîna Alpê ya Navbera Kuluban da hat kirin.
45 werzişvan beşderî pêşbaziyên ku Midûriya Ciwanî û Werzişê ya Bajêr di 6 kategoriyan da çêkir bûn.
Walî û Wekîlê Şaredar Îdrîs Akbiyik, Fermandarê Cendirmeyan a Bajêr Tuxgeneral Ahmet Kavukçu, Midûrê Ewlehiya Bajêr Atanur Aydin û Midûrê Ciwanî û Werzişê yê Bajêr Emîn Yildirim piştî pêşbaziyan bi werzişvanan ra hatin bal hev.
Akbiyik daxuyanî da rojnamevanan û got ku li navenda kaşûnê ya ku pêşbazî lê hat kirin ji nêvî mêtroyî zêdetir berf heye.
Akbiyik diyar kir ku kalîteya berfa li navendê baş e û wiha axivî: "Em yekem çalakî û pêşbaziya 2021ê li vir dikin. Bi piştgiriya ku Wezareta Ciwanî û Werzişê da va ji bo pêşxistina werziş û werzişvanên li bajêr ji 50 milyon lireyî zêdetir veberhênan heye. Bi piştgiriya wezareta me dê makîneya me ya perçiqandina bergê di nav rojek-2 rojan da bê. Emê makîneya berê jî bidin Yuksekovayê. Li wir jî kaşbazên me yên gelekî bi kabîliyet û serkeftî hene."
Akbiyik da zanîn ku li navenda kaşûnê dest bi çêkirina otêl pistê kirin û ev gotin:
"Hekariyê sezona kaşûnê ya 2021ê vekir. Em hedef dikin ku îsal pêşbaziyên kaşûnê yên Tirkiyeyê li vir bikin. Di vê çarçoveyê da xebatên me didomin. Li bajêr gelek lûtkeyên bilind hene û dikarin wir werzişên tebîatê bikin. Hekarî di vê warê da bi lez dibe navenda herêmê. Ciwanên ki bajêr jî gelekî jêhatî ne. Di her branşê da serkeftinên cidî bi dest dixin. Me li herêmê gelek festival li dar xistin. Înşeallah em ê li Golên Satê yê Ciloyê jî festîvalê bikin."
Akbiyik û kesên pê ra paşê xelatên kesên ku ketin dereceyê dan.