Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê bişev hewaya herî sar di bin sifirêda bi 13 pileyî va li Erdexanê hat pîvandin.
Li gor agahiyên ku ji rayedarên Navenda Hişyarî û Texmîna Meteorolojiyê hatin sitandin, herêm di tesîra hulmegura nimiz a Îzlandayê da ye, piştî nivîro li Erzirom, Agirî, Ezircan, Qers, Erdexan, Wan, Hekarî, Mûş û Bidlîsê berfê bibare li Îdirê jî şiliyê bibare.
Li herêmê bişev germahiya hewayê li Îdir û Bidlîsê 4, li Ezircan, Mûş û Hekariyê 1, li Wanê 0, li Erdexanê di bin sifirê da 13, li Qersê di bin sifirê da 10, li Erzirom û Agiriyê di bin sifirê da 3 pile hat pîvandin.
Tê texmînkirin ku biroj germahiya hewayê li Îdirê 13, li Ezircanê 9, li Hekariyê 8, li Wanê 5, li Erzirom û Bidlîsê 3, li Qers, Agirî, Erdexan û Mûşê 2 pile be.
Qalindahiya berfê li Bidlîsê 110, li Agiriyê 30, li Mûşê 24, li Erziromê 17, li Wanê 7, li Erdexanê 6, li Qersê 5, li Hekariyê 1, li Palandokena navenda xweşiqitandinê 90, li Qonaxliya navenda xweşiqitandinê 102, li Cibiltepeya navenda xweşiqitandinê 140 santêm hat pîvandin.
Rayedaran ji bo cemed, mij û aşîtê hişyarî dan welatiyan ku bira baldarbin.