Önder Beyter
18 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 18 Cotmeh 2017
ERZURUM
Li herêma Rojhilatê Anadoluyê hewa wê êvarê û serê sibehê bi mij û moran be.
Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 12emîn, li piraniya herêmê germahiya hewayê wê di asta pileyên asayî yên demsalê da be.
Li herêmê tê pêşbînîkirin ku hewayê nîvsayî be û herwiha dîsa êvarê û serê sibehê hewa wê bi mij û moran be.
Li herêmê pileya herî nizim a germahiyê li Tuncelî û Îdirê 4, li Erzinganê 3, li Erdexanê sifir, li Qersê di bin sifirê da 4, li Agiriyê di bin sifirê da 3, li Erziromê jî di bin sifirê da 2 pile hat pîvan.
Pileya herî bilind a germahiyê jî wê li Tunceliyê 22, li Îdirê 20, li Erzinganê 19, li Agiriyê 17, li Qers û Erziromê 14 û herwiha li Erdexanê jî 10 pile be.