Kemal Özdemir
25 Rêbendan 2022•Rojanekirin: 26 Rêbendan 2022
Li Erzincanê koçerê havînan li zozanan pezê xwe xweyî dikin vê gavê jî li ber serê pezê xwe disekinin, wan alif dikin û yên dizên jî dizeyînin û berxan gojî dikin.
Heywandarên li Erzincanê havînan şîrê pêz didoşin pê penêrê di eyar da çêdikin û zivistanan jî hewcedariyên wan dibînin.
Koçerên havînan derdikevin zozanan bi destpêkirina sermayê va vegeriyan herêmên nimiz û ji bo alifkirina pezê xwe zehf dixebitin.
Koçer hema bêşe 5 mehan pezê xwe li gundê xwe alif dikin û kedeke mezin didin.
Malbatên koçer ên zivistana xwe li gundê Qeretuşê derbas dikin niha li ber serê pezê ne. Serî kete pêz û pez êdî dizê. Koçer bi berxên xwe yên teze kêfxweş dibin û karê wan jî zêde dibe.
Her sal di meha rêbendanê da serî dikeve pêz û hewcedar piraniya dema xwe li goman derbas dikin û ji bo pezê dizê nobetê digrin.
Dema mî dizê heywandar berxa wê didin ber, gojî dikin ku bimêje û paşê di rojê da 2 caran berxa berê pêz didin.
Barebera pez û berxan şahiyê tîne goman û koçer jî kêfxweş dibin.
Zeynel Irmakê heywandar daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ser ket pêz û karê wan zêde bû.
- "Li goman nobetê digrin"
Irmak diyar kir ku ligel sermayê hetanî ber destê sibê li goman nobetê digrin û wiha pê da çû:
Hewa gelekî sar bû. Pez êdî dizê ez, xanim û kurik dor bi dor nobetê digrin. Di dema vê nobetê da pezên di zorê da dimînin dizeyînin. Ji bo berxê nikarin qasî têrê şîrê maka xwe bixwin jî şîrê çêlekan didin wan. Havînê ji ber hişkahiyê çêre kêm bû. Mixabin pezê me tam nehat ser hemdê xwe. Ji bo berxên teze dibin di nav pêz da nehincirin em nobetê digrin. Hin caran berx paşopêl tê û mî nikare bizê. Wê çaxê em miyan dizeyînin. Hetanî şeveqê em di vê sermayê da diçin gomê û tên. Em qasî 2-3 mehan nikarin tam razên. Zehmetiyên havînê û zivistanê hene. Xêncî 2 mehên payîzê di tevahiyê salê da zehmetiyê dikişînin."
Nevîn Irmakê jî got dema pez dizê kêfxweş dibin û wiha axivî: "Dema berxên teze tên em gelekî kêfxweş dibin û ji bo yên mirar dibin jî li ber xwe dikevin. Em hetanî êvarê di nav pezê xwe da ne. Bi şev jî em diçin nav pezê xwe. Niha berxên me makên xwe dimijin. Hin caran mî cêwiyan tînin û şîr têrê nake. Em wana jî bi şîrê çêlekan têr dikin. Hetanî meha nîsanê ji bo berxên têr naxwin em şîr dikirin."
Ozan Irmak got di sermayê da hin caran berxan tînin wan li malê xweyî dikin.