ANKARA
Serokê Giştiyê BDPê Selahattîn Demirtaş û Seroka Giştî ya HDPê Sebahat Tuncel ji ber 7emîn salvegera mirina Hrant Dînk peyam weşandin.
Demîrtaş, di peyama xwe de diyar kir ku ew bi hezkirin û bi rêz wî bi bîr tînin û wiha axivî: "Hrant bi kesayetiya xwe, wîcdana xwe, tevgera xwe ya tekoşer, her tim bi alîkarê diyalog û hevkirinê ve sembola aşitî û biratiya nav gelan bû. Ji bo ku dîwarê di nav gel de hilweşe, hezkirin, aştî û xweşbînî pêş ve biçe tekoşîneke mezin da."