Türkan Tosun
05 Tîrmeh 2020•Rojanekirin: 06 Tîrmeh 2020
Sariqamîşa navçeya Qersê bi kulîlkên rengîn û çivîkên koçber va şên bû.
Çivîkên koçber li herêma Komdere, Acisu û Qizilçubuxê ya ku raqima wê 2 hezar û 300 e ji xwe ra kirine mesken, li vir cihên avî dixwin û cûcikan derdixin.
Daristanên Sariçamê, mêrgên bi kulîlkên rengîn va xemilîne ji legleg, sûravêdk, bûm û gelek civîkên koçber ra malxwedîtiyê dikin.
Li van cihên avî û mêrgan hejmara civîkan her ku diçe zçde dibe û dîmenên xweş derdikevin holê.