İbrahim Atmaca
05 Tîrmeh 2020•Rojanekirin: 05 Tîrmeh 2020
Hat ragihandin ku li hin bajarên Herêma Rojhilata Anadoluyê piştî nîvro bi navber tavî û teyrok wê çêbibe.
Li gor daxuyaniya ku ji Midûriya Herêma 12emîn a Meteorolojiyê hat dayîn, li herêmê hewa ewrsayî û ji saetên nîvro pê va li Erzirom, Erzincan, Agirî, Qers, Erdexan û Îdirê bi navber barana gur wê bibare û teyrok wê çêbibe.
Li herêmê germa hewayê wê li gor şertên demsalê be.
Li herêmê germa hewayê ya herî kêm li Qersê 7, li Erdexanê 8, li Agiriyê 9, li Erziromê 10 li Erzincan û Îdirê 18 pile hat pîvan.
Nava rojê jî germa herî zêde li Erzincanê 34, li Îdirê 33, li Agiriyê 27, li Qers û Erdexanê 26, li Erziromê 25 pile tê payîn.