16 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 17 Cotmeh 2016
ANKARA
Rûniştina Azmûna Bijartina Perseonelê Qamûyê (KPSS) ya pêşlîsansê bidawî bû.
Azmûna KPSSyê ya pêşlîsansê ya ku ji aliyê Navenda Bijartin û Bicihkirina Xwendekaran (OSYM) va li tevahiya Tirkiyê tê kirin, di saet 09.30î da dest pê kir. Ji bo 120 pirsî, 120 deqîqe dan namzedan.
Piştî kontrolên nasname û ewlekariyê xwendekar derbasî avahiya ku azmûn lê ye, kirin.
Rûniştina azmûnê piştî ku wext temam bû, bidawî bû. Encamên azmûnê dê ji ser ''http://sonuc.osym.gov.tr''ê bên belavkirin. Belgeya encama azmûnê dê neyê çapkirin û ji xwendekaran ra neyê şandin.