Önder Beyter
20 Îlon 2020•Rojanekirin: 20 Îlon 2020
Rûniştina Testa Zanyariyên Qada Mamostetiyê (OABT) ya Ezmûna Hilbijartina Personelê Qamûyê (KPSS) ku ji hêla Navenda Pîvan, Hilbijartin û Bicihkirinê (OSYM) tê kirin, dest pê kir.
Rûniştina OABTyê saet 10.15an dest pê kir.
Di çarçoveya OABTyê da ji bo testên mamostetiyên Bîrkariya Dibistana Seretayî, Zanistên Fenê, Bîrkarî, Fîzîk û Kîmyayê ji bo 75 pirsan 150 deqîqe dan namzedan.
Her wiha ji bo testên mamostetiyên Mamosteyê Rêber, Tirkî, Zanistanên Sosyalê, Ziman û Wêjeya Tirkî, Dîrok, Erdnîgarî, Biyolojî, Dîn, Perwerdeya Bedenê, Pêşdibistan, Îngilizî û Mamosteyê Polê jî 120 deqîqe mawe dan namzedan.
Di ezmûnê da li dijî cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) tedbîr hatin wergirtin û her wiha li ber avahiya ezmûnê, bi destê peywirdaran maske û dezenfektan li namzedan hat belavkirin, namzedên ku xwestin, dezenfektanê xwe bi xwe ra anîn.