ANKARA
Biryara Lijneya Bilind a Hilbijartinê (LBH) ya der barê hilbijartina serokomariyê de di Rojnameya Fermî de hat weşandin.
Di biryarê de bi bîr xistin ku li gor benda 3yemîn a Qanûna Hilbijartina Serokomariyê ya bi 6271 hejmar a Destûra Bingehîn, maweya serokomariyê 5 sal e. Li gor benda 1emîn a qanûna berwext a bi 6271 hejmar, maweya peywira serokomarê 11emîn jî 7 sal bû.
Di biryarê de hat diyarkirin ku hilbijartina serokomariyê 60 roj beriya temambûna maweya peywira serokomar dê temam bibe û ev hatin gotin: "Maweya peywira serokomarê niha, dê di 28ê tebaxa 2014an de temam bibe. Ji ber vê yekê Lijneya Bilind a Hilbijartinê dîroka hilbijartina serokomariyê ya ku gel dê hilbijêr e diyar kir. Dengavêtina ewil a ji bo serokomariyê dê di 10ê tebaxa 2014an de bê kirin, heke hilbijartin bimîne dengavêtina duyemîn dê dengavêtina duyemîn di 24ê tebaxê de bê kirin. Welatiyên li derveyî welêt dê dengên ewil di 31 tîrmeh û 3 tebaxê de, heke serokomar di tûra ewli de neyê hilbijartin dê di 17 û 20 tebaxa 2014an de cara duyemîn ji bo hilbijartina serokomariyê deng biavêjin."