Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) daxuyand kesên ku dê di hilbijartina 1ê Sermaweza 2015an de bibin namzed divê herî dereng heta 31ê Tebaxa 2015an saet 17.00an ji wezîfeyên xwe veqetin.
Biryara LBHyê ya der heqê vekişîna kesên ku dê di hilbijartinan de bibin namzed, di Rojnameya Fermî de hat weşandin.
Di biryarê de hat gotin ku dozger û dadger, endamên dadgeha bilind, endamên perwerdeyê yên li dezgehên perwerdeya bilind, endamên Lijneya Hîndekariya Bilind, endamên Lijneya Ser a Radyo û Televîzyonê, şaredar, sûbay û astsûbay, endam û serokê partiyên siyasî di 31ê Tebaxa 2015an de herî dereng divê heta saet 17.00an dest ji wezîfeya xwe bikişînin.