27 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 28 Cotmeh 2015
ÎSTANBUL
Serokwezîr Davutoglu: "Me ji Rûsya û DYAyê ra jî got. Me got 'Divê PYD derbasî rojavayê Feratê nebe, heger derbas bibe em ê lêxin.' Me du caran jî li PYDyê xist. Divê sînorên Tirkiyeyê neyên îxlalkirin. Sala par firokeya Sûriyeyê hat daxistin. Bêyî Tirkiyeyê li Sûriyeyê tu tiştek nabe."
Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokwezîr Ahmet Davutoglu di weşana hevbeş a A Haber û ATVyê da ku li Qesra Adîle Siltanê hat kirin, der barê rojevê da axivî.
Davutoglu li ser pirsa "Tê gotin ku di mijara Sûriyeyê da Rûsya, DYA û Îran heye, lê Tirkiye tuneye" wiha got: "Kesên ku wiha dibêjin qey di rojên dawîn da nûçeyan naxwînin. Nizanin ku Wezîrê Karên Derva li Viyanayê mekanîzmaya ku Tirkiye, Rûsya, DYA û Erebistana Siûdî tê da ye daye destpêkirin. Wezîrê Karên Derva çend seet berê çû Parîsê. Wê bi wezîrê karên derva yê 9 dewletî ra bê bal hev. Gelo di denklema ku Tirkiye tê da tunebe meseleya Sûriyeyê çareser dibe? Bêyî Tirkiyeyê formulek heye? Heger wisa bûya niha tevahiya welêt di destê Esad da bû. Lewra Tirkiye sînorê xwe yê ku 911 kîlomêtro ye ji kesî ra nahêle. Me vê ji Rûsya û DYAyê ra jî got. Me got 'Divê PYD derbasî rojavayê Feratê nebe, heger derbas bibe em ê lêxin.' Me du caran jî li PYDyê xist. Divê sînorên Tirkiyeyê neyên îxlalkirin. Sala par firokeya Sûriyeyê hat daxistin. Bêyî Tirkiyeyê li Sûriyeyê tu tiştek nabe."
Davutoglu der barê têkoşîna li dijî terorê da wiha got: "Li dijî terora PKK, DAEŞ û DHK-Cyê tenê têkoşîneke fiîlî nayê dayîn, li hember DAEŞa ku îdeolojiya wê li dijî Îslamê ye û li dijî PKKya ku dixwaze li ser cihêtiya tirk û kurdan şer derxe, şerekî îdeolojîk jî tê dayîn. Lê ev şerekî navxweyî nîne. Ev bi tevahî têkoşîna Tirkiyeyê ya li dijî terorê ye."
- "Heger Tirkiye hemû kozên xwe eşkere bike wê rewş biguhere"
Davutoglu destnîşan kir em dizanin ku kîjan yekîneyên îstixbaratê telkînan li Qendîlê dikin, rêxistina paralel jî tê da kî dixwaze rêxistina terorê li Bakurê Iraqê şer bide destpêkirin û wiha xeberda: "Loma min civîna PYDyê ya ku di 28ê gulanê da li Hesekeyê bi rejima Sûriyeyê kir, eşkere kir. Em dizanin ku kî PKKyê li dijî Tirkiyeyê diemilînin. Li vir tercihek hebû, yan wê li gel Tirkiyeyê pêvajoya çareseriyê bidana meşandin yan jî wê zirarê bidana Tirkiyeyê. Wan rêya duyem hilbijart. Divê baş bizanibin ku kî li dijî Tirkiyeyê bisekine wê wenda bike, kî li gel Tirkiyeyê be wê bi ser bikeve. Divê her kes hesabê xwe li gorî vê bike. Heger Tirkiye hemû kozên xwe eşkere bike wê rewş biguhere. Divê her kes hay ji xwe hebe. Me di nav 3 rojan da li dijî baregeh û kampên PKKyê 458 operasyon kir û li Tirkiyeyê hemû baregehên DAEŞê ji holê rakir. Bila tu kes li dijî Tirkiyeyê nesekine. Di axaftinên bêtêlê da jî ev xuya dibe. Rayedarên Rêxistina terorê dibêjin 'Me çima şerekî wiha da destpêkirin.' Yên ku li dijî Tirkiyeyê şerekî wiha dan destpêkirin divê encama şer jî qebûl bikin."