13 Hezîran 2016•Rojanekirin: 14 Hezîran 2016
ŞANLIURFA
Serokê Komeleya Kurdên Sûriyê yên Serbixwe Evdilezîz Temo got: "PYD ciwanan dixapîne û dibêje 'Em ji bo kurdan tiştina dikin'. PYD jî li ber destê rejim, Îran û Rûsyayê wek bişkûrî ye, dilê wan ku bixwaze dişînin wir."
Temo daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku komeleya wan a ku wan navê "Rabiteya Kurdan a Serbixwe" lê kiriye, hewl dide ku bibe dengê kurdên Sûriyê.
"PYD vê gavê wek taşeron dixebite"
Temo diyar kir, rejima Sûriyê Hesekê û Qamişlo jî tê da hê jî her herêmê desthilat e û wiha dewam kir: "PYD vê gavê kê çi bixwaze û çi qasî bide wek taşeron dixebite. PKK bingeh e, kê pere bide PKKê, fermanê dide PYDê û ciwanên me jî dimirin. Ji ber vê çendê divê kurdên Sûriyê werin perwerdekirin û hişyarkirin."
"PYD, gelê kurd temsîl nake"
Temo bal kişand ser hincetên pêşketina li Sûriyê ya PYDê û wiha dewam kir:
"Rejima Sûriyê ev firsend da PYDê. Ji wan ra hemû herêm û depoyên çekan vekirin. Rejima Esed ji bo ku di çalakiyan da nehêle gel derbikeve kuçeyan, PYD bi kar anî. Paşê sivîl û kesên ku ji nijadên cuda ne û li dijî rejimê ne, kuştin. Ji ber wê PYD li meydanê dixûyê, bi çeka rejimê têkoşînê dide. Ji ber vê yekê PYD gelê kurd temsîl nake."
"PYD ciwanan dixapîne û dibêje 'Em ji bo kurdan tiştina dikin' "
Temo diyar kir, PYD niha jî dike ku ciwanên kurd ên Munbîçê bixapîne û wiha dewam kir: "PYD ciwanan dixapîne û dibêje 'Em ji bo kurdan tiştina dikin'. PYD jî li ber destê rejim, Îran û Rûsyayê wek bişkûrî ye, dilê wan ku bixwaze PYDê dişînin wir."
Temo destnîşan kir, PYD li herêmên ku kurdên Sûriyê lê najîn şer dike û ev jî lîstik e, ew fêm nakin ka bê rêxistinê çima berê xwe da Membîç û Reqqayê.
Temo got ku Esed û PYD li dijî gelê Sûriyê şer dikin û wiha dewam kir: "Ev hemû lîstika Rûsya û rejimê ye. Ciwanên me wê çima li Munbîç an jî Reqqayê bimirin, hewce dike."