08 Hezîran 2017•Rojanekirin: 09 Hezîran 2017
ÎSTANBUL
Riza Seyfullahiyê Alîkarê Serokê Konsêya Bilind a Ewlekariya Neteweyî ya Îranê diyar kir ku kesên êrîşî Meclisa Îranê û tirbeya Xumeynî kiribûn welatiyên Îranê ne.
Seyfullahî daxuyanî da televizyona dewletê ya Îranê û diyar kir ku êrîşkarên êrîşên terorê hatin tesbîtkirin û êrîşkar ji Îranê ne.
Seyfullahî destnîşan kir ku ji hin aliyên Îranê jî hin kes tevlî DEAŞa rêxistina terorê bûne, ji ber ku Îran piştgiriyê dide têkoşîna dijî DEAŞê bûye hedef.
Seyfullahî got ku hêzên ewlekariya Îranê hetanî nika pêşî li 58 êrîşan birîn.
- Bîlançoya êrîşa terorê ya li Tehranê: 13 kuşti, 52 birîndar
Midûrê Ambûlansên Îranê Pîr Huseyn Kulîwendî diyar kir ku di êrîşa dijî Meclisa Îranê û tirbeya Xumeynî da 13 kes hatin kuştin û 52 kes jî hatin birîndarkirin.
Kulîwendî destnîşan kir ku ji 52 birîndaran 15 kes ji nexweşxaneyan hatin taburcîkirin, rewşa 6 kesan jî giran e.