21 Îlon 2016•Rojanekirin: 22 Îlon 2016
HEWLÊR
Endamê Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Sûriyeyê (PDK) Salah Muhammed Yûnisê ku bela sebeb ji aliyê PYD/PKKya rêxistina terorê va hat hepiskirin piştî 90 rojan serbest hat berdan. Di zindanê da çavê çepê yê Yûnis kor bû herwiha dest danîn ser tapoya xaniyê wî.
Yûnûsê ku di zindanê da çavê wî kor bû û hin nexweşiyên din ên wî çêbûn ji bo tedawiyê hat Hewlêra paytextê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI). Yûnis li vir ji nûçegihanê AAyê ra qala rojên di zindana PYDyê da derbas bûn kir.
Aktîvîstê siyasî Yûnis got ku ew beşdarî merasima cinaze ya pêşmergeyê di şerê li dijî DAEŞê da şehîd ketin bûn û di 14ê hezîranê da vegeriya mala xwe ya li Amûdêya bajaroka ser Hesekê. Yûnûs îfade kir ku PYDyê avêt ser mala wî, dest û piyê wî girêdan û birin zindaneke rejima Esed a 40 kîlometre dûrî Hesekê.
Yûnis got ku 14 rojan di hucreyekê girtîgeha ku ji aliyê PYDyê va tê kontrolkirin da tenê ma û wiha behsa wan rojan kir: "Ji Amûdê heta Hesekê dest û çavê min qet venekirin. Du rojan nehiştin ez rakevim. Jêpirsîna wan bêyî navber dewam kir. Min kes nedît, lê hema dihatin ez bi sîxuriya ji PDKê ra sûcdar dikirim. Digotin te milîtanên çekdar ên PYDyê şandiye Kurdistana Iraqê da ku tevlî Pêşmergeyê bibin. Xeberdana yê ku bi min ra diaxivî nedişibiya ya Kurdên sûriyeyî, wekî kurdên li Tirkyeyê xeber dida. Hemû pirsên wan derbarê pêşmerge û HKIyê da bûn. Min hemû îthamkirinên wan red kirin lê wan dîsa bi ya xwe dikir."
Yûnis destnîşan kir ku di girtîgeha li Hesekê da çavê wî rojekî jî bi rojê neketiye û wiha dewam kir: "Di qêleqija havînê da 14 roj di hucreyeke 3 mêtroducayî da mam. Ji bo nefetisim tenê 15 deqîqe derî vekirî dihiştin. Di vê navberê da min serê xwe neşûşt, min bi kesî ra xeber nada û bi dîwaran ra peyivîm."
Yûnis diyar kir ku 2 roj bêxew maye û piştî jêpirsînê derxistine dadgeha ku PYDyê saz kiriye û wiha peyivî: "Wexta min 4 xort li hember xwe dîtin, min got ev e dadgeh? Kesî bersiva min neda. Ez li ber xwe ketim. Bersiva pirsên min jî nedan."
Yûnis diyar kir ku piştî dadgehê wî sewqî girtîgeha li Qamişloyê ku milîtanên DAEŞê û terorîst tê da diman kirine û got ku min hildan odeyeke ku dikarim piyê xwe piçek dirêj bikim.
Yûnisê ku ji ber PYDyê mexdûr bûye xeberdana xwe wiha dewam kir: "Li vê girtîgehê 3 cure mehkûm hene: Endamên Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyeyê (ENKS), terorîstên DAEŞê û milîtanên ku li hember wan derketine. Em hemû di odeyekê da diman. Dema radizam min piyên xwe piçek dirêj dikir, lewra cî tunebû. Her roj nîvro di germê da tenê 15 deqîqeyan em derdiketin hewşê."
- "Çavê minî çepê nabîne"
Yûnis got ku 90 rojan di nav rewşeke pir xirab de jiyaye û wiha axivî: "Roja ku min xistin girtîgehê min ji wan re got rewşa min a tenduristiyê nebaş e, lê guh nedane min. Min ji wan re got ku çavê min'i çepê her diçe nabîne û diêşe, lê doxtorek neanîn. Di dawiyê de çavê min kor bû. Min çavê xwe yî çepê girt û ji wan re got ku ez nabînim paşê ji min bawer kirin û gazî doxtor kirin lê êdî tu feydeya wê nema. Doxtor got çavê te nabîne."
- "Dest dane li ser tapoya mala min û min serbest berdan"
Yûnis anî ziman ku piştî doxtor got çavê wî nabîne, PYDyiyan qebûl kirin ku wî serbest berdin û wiha dewam kir: "Min birin qaşo dadgehê û ji min re gotin ku ew ê min bişert serbest berdin, lê wê dest deynin ser tapoya mala min. Ez mecbur mam û min telefonê jina xwe kir ku tapoyê bîne. Min tapo teslîmê wan kir û wisa min serbest berdan. Ez çûm amûdê û paşê bi alîkariya ENKSyê ez derbasî Herêma Kurdistanê bûm. PYD li Rojavayê liser sînor, li ser rê û li ber avahiyên rejima Esed nobedê digrin. Ji bilî vê tu rayeya wan tune. Kesên ku xwedî hişmendiyeke wiha ne nikarin dahatûyeke baş pêk bînin."