Önder Beyter
08 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 09 Tîrmeh 2018
TÛNIS
Li bakurê Tûnisê li parêzgeha Cendûbe di êrîşa terorê da li gorî encamên pêşîn 9 peywirdarên ewlekariyê hatin kuştin.
Li gorî nûçeya têlevîzyona fermî ya Tûnisê, hêzên ewlekariyê ku di Yekîneyên Pasevanên Neteweyî yên girêdayî Wezareta Karên Navxweyî da peywirdar in, li herêma Gar ed-Dîma ya parêzgeha Cendûbe bûn hedefa êrîşa terorê.
Hat destnîşankirin ku li dijî du wesayîtên ku hêzên ewlekariyê tê da bûn, li nêzîkî sînorê Cezayirê li devera çiyayî pêşiyê êrîşa bibombe hat kirin û dû ra jî komeke çekdar gule bi ser hêzên ewlekariyê yên di hundirê wesayîtê da reşandin. Di êrîşa terorê da li gorî encamên pêşîn 9 peywirdarên ewlekariyê hatin kuştin.
Li Tûnisê di 2015-2016an da gelek êrîşên terorê hatibûn kirin ku di encamê da tûrîstên biyanî û hêzên ewlekariyê hatibûn kuştin.