Haydar Şahin
02 Mijdar 2018•Rojanekirin: 04 Mijdar 2018
ŞANLIURFA
Xelfetiya navçeya Şanliurfa li erdê berî ye lêbelê bi saya Gola Bendava Bîrecikê wekî bajarokeke li peravê xanê dike. Hewa êdî hênik bû û qerebalixiya tûrîzmê dest pê kir.

Ji ber Bendava Bîrecikê qismeke Xelfetiyê di binê avê da ma. Komîteya Kordinasyona Navneteweyî ya Cittaslowê di sala 2013an da Xelfetî tevlî tora "bajarê aram" kir. Bi hatina payîzê dîmenên xweşik li navçeyê derketin holê
Malên navçeyê dîrokî ne û xweşikahiyên tebiî zehf in, bi vê taybetiya xwe Xelfetî wekî cineta veşartî jî tê zanîn. Tûrîstên xwecî û biyanî eleqeyeke mezin nîşanî navçeyê dikin. Piştî hawîna ku zehf germ derbas dibe êdî hea hênik bû û Xelfetî eleqeya tûrîstan dikişîne.

Bi taybetî dawiya hefteyan li navçeyê qerebalixiya tûrîstan çêdibe û kesên karê tûrîzmê dikin xwe pê ra nagihînin.
Ziyaretvan bi kelekan Rûmkaleya piraniya wê di binê avê da ma û ji gelek şaristaniyan ra malxwedîtî kiriye digerin, li dora minareya mizgefta di binê avê da mabû digerin û xaniyên kewnare yên li Taxa Savaşanê dibînin
Ziyaretvanên xwecî û xmalî li serayên şaredariyê li peravê çêkiriye jî "gula reş" a li dinyayê bi tanê li Xelfetiyê hêşin dibe diînin.
Bi hatina payîzê hejmara ziyaretvanên navçeyê zêde bûn, tûrîstên xwecî û xwemalî xebatên şaredariyê jî zehf diecibînin.
Qerebalixiya li navçeyê jî rûyê kesên karê tûrîzmê dikin û esnafan geş dike.
Xelfetiya ku par 500 hezar kesî ziyaret kir di navbera rêbendan-cotmehê da ji 750 hezar ziyaretvanî ra manzûvanî kir.