Fatih Gazioğlu
19 Tebax 2017•Rojanekirin: 23 Tebax 2017
HATAY
Li Samandaga navçeya Hatayê têjikên kosiyan yên kesk li qeraxê Çêwlikê berdan behrê.
Kosiyên kesk yên ku bi navê 'chelonîa mydas' jî tê zanîn ev demek bû bi destê Midûriyeta Herêma 7emîn a Parka Neteweyî, Şaredariyê Bajarê Mezin a Hatayê û Qaymeqamtiya Samandagê dihatin xwedîkirin û parastin.

Têjikên kosiyan ji hêkên xwe derketin û ji bo têkevin behrê derketin rê.

Têjikên kosiyên kesk serê sibê bi beşdarbûna xwendekarên zanîngehê û pisporan gihiştin behrê. Welatiyan jî eleqeyeke mezin nîşanî vê meşa kosiyan da û wêne kişandin.

Alk. Doç. Dr. Bektaş Sonmezê Hîndekarê Zanîngeha Cumhuriyetê daxuyaniyek da nûçegihanan û got ku wan îro hêlîneke kosiyan vekir û nêzî 120 têjik derxistine. Sonmez got tîma wan nêzî hezar û 200 hêlîn tespît kirin û wiha dewam kir:

Ji wan hêlîna bi qasî 500 têjikî derketin û ber bi behrê rêketin. Li gor texmîna me di navbera 35 û 40 hezarî de têjik ji van hêlînan derketin. Ji wan jî 25 hezar gihîştin behrê. Em bêjin ji 10 hezarî zêde jî têjik ji ber tariyê aliyê piştê ve çûn û ew jî rastî êrîşa req û çeqelan hatin."