Ji ber ku li her du welatan sepana "mohrkirina depoyên sotemeniyê" tê kirin li deriyê sinor a Gurbûlakê rêza tiran gihaşt 20 kîlometreyan.
Ji aliyê Midûriyeta Gumrukê ve der barê sepanê de nivîsa agahiyê li deriyê sinor hat daliqandin. Di nivîsa ku hat daliqandin de tê gotin ku ji 1ê kanûnê pê ve tirên ku derbasî Îranê bibin divê xwediyê hin şert û mercan bin.
Di nivîsê de wiha tê gotin: "Divê depoyên tiran orjînal bin û li devê qapaxê wan jî divê cihê mohrpêve daliqandinê hebe. Divê mazota ku ji bo tirê bibin û bînin ji Tirkiyeyê bê dagirtin. (Îran dê mazotê nefiroşe tirên tirkan.) Li gorî van xalan tirên ku kêmasiyên wan hene bila kêmasiyên xwe temam bikin û dûvre vegerin deriyê gumrukê.
Ajotvanê tirê Savaş Ozturk ragihand ku ev 7 roj in li deriyê sinor rêzên tiran bi qasî 20 kîlometreyan li dû hev rêz bûne. Di bin berfê û sermayê de li vira disekinin. Ozturk wiha dewam kir: "Tu kes tiştekî nabêje, derî girtîne. Di wesaîtên me de dizî çêdibin. Hevalekî me ev 18 roj in li vira ye, derbasî Îranê bû nehat qebûlkirin û ew paş ve vegerandin."