Haydar Şahin
27 Nîsan 2017•Rojanekirin: 28 Nîsan 2017
BERLÎN
Angela Merkela Serokwezîra Almanyayê got: "Helbet em rêzê nîşanî welatiyên Tirkiyeyê didin ku di nav azadî û demokrasiyê da biryara guherandina qanûna xwe ya bingehîn didin. Ev tiştekê tebiî ye. Lêbelê dibê em fikarên di rapora Meclisa Parlementer a Konseya Ewropayê (MPKE) û OSCEyê bidin ber çavên xwe."
Merkelê li Meclisa Federal (Bundestag) der barê civîna Konseya Ewropayê da daxuyanî da bal kişand ser bûyerên li Tirkiyeyê.
Merkelê ji bo rapora ku amade kir ji Direktorê Ofêsa Mafên Mirovan a OSCEyê Michael Link ra sipas kir û wiha axivî:
"Nirxandinên di raporê da zehf girîng in, lewra bi destê çavdêrên serbixwe hat amade kirin. Hikûmeta Tirkiyeyê dibê pirsgirêkên ku di vê raporê da tên gotin çareser bike. Di raporê da tê îdiakirin ku roja hilbijartinê heman firsend nedane hemû kesan, di tesbîtê da tê gotin ku Ji ber Rewşa Derasayî di maf û azadiyan da kêmasî çêbûne. Em ê ji nêz va teqîb bikin ku hela Tirkiye di lêkolînên li ser xirabiyan da helwesteke çawa nîşan dide. Ev ji bo gavên ku di çarçoveya reforma qanûna bingehîn da bên avêtin û hevkariya bi Konseya Ewropayê ra jî wisa ne. Ji bo kontrola çavdêran a berfireh ya MPKEyê ya ku roja sêşemê bê kirin jî heman helwest dê bê nîşandan."