Abdullah Tel
20 Gulan 2017•Rojanekirin: 20 Gulan 2017
TAHRAN
Wezîrê Karên Navxweyî yê Îranê Ebduriza Rehmanî Fazlî li avahiya wezaretê ya li paytext Tehranê civîna çapemeniyê li dar xist û encamên teqez ên hilbijartina Serokomariyê ya heyama 12mîn eşkere kir.
Fazli got ku ji sedî 99,7ên sandiqan hatin vekirin û wiha pê da çû: "41 milyon û 220 hezar û 131 ray hatin qebûlkirin û Hesen Ruhanî ji wan rayan 23 milyon û 549 hezar û 616 ray hildan. Bi vî awayî Ruhanî ji sedî 57ên rayan hilda û bû Serokomar."
Wezîrê Karên Navxweyî yê Îranê Fazlî destnîşan kir ku Îbrahîm Reîsiyê namzedê muhafazakaran 15 milyon û 786 hezar û 449 (ji sedî 38), Mistefa Mîr Selîm 478 hezar û 215, Mistefa Haşîmîteba jî 215 hezar û 450 ray hildan.
Hesen Ruhanî kî ye?
Hesen Ruhaniyê reformîst û namzedê muhafazakarên nerm 69 salî ye û di tura ewil a hilbijartinên sala 2013an da ji sedî 50,7ê rayan hildabû û bibû Serokomarê Îranê yê 7an.
Ruhaniyê ku xwe wekî "muhafazakarê nerm" diwesifîne ji sedî 8 mezibûna aboriyê wek hedef daniye pêşiya xwe. Ji bilî vê jî Ruhanî plan dike ku salê ji sermayeya biyanî (derveyê welêt) 50 milyar dolarî daxilî nav welêt bike.
Berfirehkirina azadiyan, îstixdam, pêşketina daimî, têkîliyên aştiya navxweyî û guftûgoya bi çar aliyê dinyayê ra di nav wedên hilbijartinê yên Ruhanî da mijarên sereke bûn.
Hejmara hilbijêrên li Îranê ji 56 milyon û 410 hezar û 234an pêk tê û ji wan jî 42 milyon hilbijêr çûn ser sandiqê û raya xwe dan.