Serokê Teşkîlata Îstixbaratê ya HKIFê Mesrûr Barzanî diyar kir ku berpirsiyariya êrîşê endamên Rêxistina Dewleta Îslamê ya Şam-Iraqê Haşîm Salih, Muhammed Halîl û Samîr Bekir girtine ser xwe. Barzanî ragihand ku sê gumanbaran li teşkîlata ewlehiyê di jêpirsînê de sûcê xwe qebûl kirine.
Barzanî li Erbîlê daxuyaniya çapemeniyê li dar xist û der barê bûyerê de û kesên ku hatine girtin de agahî da. Barzanî got ku "Terorîst negihîştin armanca xwe" û wiha axivî: "Terorîstên ku hatine girtin û yên ku hatine kuştin ji derveyî herêma me ne. Gelek girîng e ku herêma me tu alîkariyê nade terorîstan."
Barzanî diyar kir ku li tu derê dinyayê ji sedî sed ewlehî tuneye û wiha peyivî: "Vana firsendek dîtiye û hatine Kurdistanê. Ji kesên ku ji bo xebatê ji derve tên Erbîlê alîkarî girtine. Em ê ji niha û pê de li ser van pirsgirêk û valahiyan bisekinin."
Berpirsiyarê Îstixbarata Erbîlê Dr. Tariq Nûrî, der barê êrîşê de agahî da û diyar kir ku êrîş ji aliyê Rêxistina Dewleta Îslamê ya Şam-Iraqê ve hatiye kirin. Ên ku erîş kirine jî rojek bi şun de li Mûsûlê hatin girtin.