14 Sibat 2016•Rojanekirin: 15 Sibat 2016
HELEB
Hêzên Çekdar ên Tirkiyê (TSK) bi obusên Firtinayê va li Azeza navçeya Helebê hedefên PYD/PKKa rêxistina terorê dixe. Hat ragihandin ku di gulebaranê da heta niha 29 milîtanên PYDê hatin kuştin.
Cephetuş Şam girêdayî Artêşa Sûriyê ya Azad (ASA) e. Ji fermandarên Tirkmenên Azezê Zekeriya Karsli daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir, yekîneyên ku li ser sînor in, bi obusên Firtinayê va li hedefên PYD/PKKê yên Azezê gulebaran dike. Di gulebaranê da gelek milîtanên rêxistinê hatin kuştin û birîndar bûn.
Hêzên PYDê kontrola gundê Mînnîga li ser Azezê û balafirgeha nêzî gund bi dest xistibû. Karsli diyar kir di êrîşa li ser hêzên PYDê da 10 kes, li kozikên nêzî gundê Maranasê 12 û li gundê Meryemînê jî 7 kes hatin kuştin û wiha dewam kir: "Topavêtina TSKê ya li ser hedefên PYDê hê dewam dike."
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên xwe yên îstixbaratê hildane, piştî topên TSKê PYDê zaiyat dît û ji hin kozikên xwe yên balafirgeha gundê Mînnîgê û der û dora gundê Maranasê vekişiya, hin kozikên xwe jî xurt dike û xwe didin hev.
Mensûbên PYD/PKKa rêxistina terorê duh ji herêma Maranasê gule berdabûn baregeha Akçabaglarê TSKyê di çarçoveya rêgezên Angajmanê da bersîv dabûyê. Îro piştî nîvro vir va TSK topan diavêje aliyê Sûriyê û topavêtin hê dewam dike.