ANKARA (AA) - Saziyên belavkirina sotemeniyê bihayê lîtreya benzînê bi qasî 6 qurişî erzan kir.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê berhev kir, bihayê lîtreya benzînê li Enqereyê ji 4,16-4,17 lîreyî dakete 4,10- 4,11 lîreyî, li Stenbolê ji 4,14-4,16 lîreyî dakete 4,08-4,09 lîreyî, li Îzmirê ji 4,16-4,17 lîreyî dakete 4,11-4,12 lîreyî.
Bihayê ku saziyên belavkirina sotemeniyê eşkere kirin li gor sazî û bajaran hinekî diguhere.
Bihayê pêtrola xam roj bi roj dadikeve û ji ber vê yekê benzîna ku di meha hezîranê da bihayê wê 5,14 lîre bû di 7 mehên dawiyê da ji sedî 20 erzan bû. Di meha hezîrana bihayê warêla pêtrolê 115 dolar bû lê heta niha ji sedî 60 qîmeta wê daket û bû 46 dolarî. Ji adara sala 2009an vir da bihayê warêla pêtrolê ya herî kêm ev e.