Li gor agahiyan Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) ji bo ku komên terorîst û qaçax derbas nebin dest bi vedana xendekan kiriye.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê bi dest xist li gundê Şîbana bajaroka Zumara Mûsilê, li ser sînorê Sûriyeyê xendekeke ku 17 kîlomêtro dirêj e, 3 mêtro kûr e û 2 mêtro fireh e tê kolandin.
Fermandarekî pêşmergeyan ê ku nexwest navê xwe bide, daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha got: "Ev rê rêya terorîstan e. Yên ku ji vir derbas dibin, diçin herêmên din ên Iraqê û çalakiyên bibombeyî dikin. Ji bo ku terorîst derbas nebin û ewlehiya xwe biparêzin em xendekê dikolin."
Kolandina xendekê di navbera Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) de bû sedema nîqaşeke nû. PYDyê 1000 kes organîze kir û şand cihê xendekê. Komê li cihê xendekê çalakiyên protestoyê li dar xist. Hin çalakvanan kevir avêtin, li ser vê pêşmergeyan midaxele kir. Hat ragihandin ku li cihê xendekê çalakî didomin. Ji bilî vê hat destnîşan kirin ku pêşmerge naxwazin çapemenî li cihê xendekê dîmenan bikşînin.
Partiya Çareseriya Demokratîk a Kurdistanê ya li Hewlêre ku tê zanîn nêzî PYDyê ye der barê kolandina xendekê de daxuyanî da û di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Xendekên şermê projeyek e ku Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li dijî gelê Rojavayê pêk tîne."