25 Îlon 2017•Rojanekirin: 26 Îlon 2017
TEHRAN
Îranê ragihand ku deriyên xwe yên sînor li Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) girt.
Berdevkê Wezareta Karên Derva yê Îranê Behram Qasimî li paytext Tehranê civîna çapemeniyê li dar xist û got: "Em piştgiriyê didin yekîtiya axa Iraqê. Li ser daxwaza dewleta Iraqê me seha xwe ya hewayî û sînorên xwe yên bejayî ji HKIyê ra girt.
Ji Qasimî hat pirsîn gelo gavên ku Îran wê ji niha bi şûn va biavêje çi ne? Li ser vê pirsê Qasimî wiha axivî: "Der barê vê mijarê da daxuyanî wê paşê bê dayîn."
Berdevkê Şûraya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê Keywan Xusrew duh gotibû Îranê seha xwe ya hewayî ji HKIyê ra girt.