Nevzat Umut Uzel,Necmettin Karaca
12 Nîsan 2025•Rojanekirin: 13 Nîsan 2025
Beriya qedexeya masîgiriyê ya kefalên încî ku 15ê nîsanê destpê dike, masîgir torên xwe carên dawîn berdidin golê.
Masiyên kefalên încî ku di Gola Wanê da dijîn û dema xerzdanînê berovajiya şekê ber bi avên şêrîn va soberiyê dikin, li navçeyên Îpekyolu, Edremît, Tuşba, Gevaş, Muradiye û Erdîşê yên Wanê û navçeyên Xelat, Adilcewaz û Tetwanê yên Bidlîsê ji bo bi hezaran kesî deriyê debarê ne.
Masiyên kefalên încî ku ji bo parastina nifşên ber bi avên şêrîn ên ku dirijin Gola Wanê va koç dikin, bi qedexeya masîgiriyê ya ku di 15ê Nîsanê - 15ê Tîrmehê tê cîbicîkirin, tên parastin.
Rêveberiya Parêzgehê ya Çandinî û Daristanan, Fermandariya Cendirmeyê ya Parêzgehê, Rêveberiya Ewlekariyê ya Parêzgehê, Fermandariya Komê ya Ewlekariya Peravan a Gola Wanê û ekîbên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê bi berdewamî teftîşan dikin û rê li ber masîgiriya qaçax digirin.
Yên ku di golê da masîgiriyê dikin jî beriya qedexeya masîgiriyê ku dê piştî demeke kurt destpê bike, torên xwe carên dawîn berdidin golê. Masîgir ewê 15ê Nîsanê belemên xwe bikişînin qeraxê û seranserê sezona qedexeyê ewê belemên xwe û torên xwe nû bikin û li hêviya 15ê Tîrmehê bin.