Hilmi Tunahan Karakaya
17 Cotmeh 2021•Rojanekirin: 18 Cotmeh 2021
Li bakurê Erzirom û Qersê û der û dora Erdexanê tavî û teyrok tê payîn.
Li gor daxuyaniya Midûriya Herêma 12emîn a Meteorolojiyê, li tevahiya herêmê hewa wê perçe ewrayî û kêm ewrayî be.
Ji nîvro pê va li bakurê Erzirom û Qersê û der û dora Erdexanê tavî û teyrok tê payîn.
Germahiya demsalê wê di navbera 2-4 pileyan da zêde be, ji aliyê başûr dem demî bayekî nîvqewî wê bê.
Bi şev germa hewayê ya herî kêm li Qers û Agiriyê 3, li Erzirom û Erdexanê 4, li Erzincanê 8, li Îdirê 9, li Tunceliyê jî 10 pile tê payîn.
Nava rojê germa hewayê ya herî zêde li Tunceliyê 25, li Erzincan û Îdirê 24, li Agiriyê 22, li Erzirom û Qersê 20 û li Erdexanê jî 18 pile tê payîn.