Yunus Hocaoğlu,Günay Nuh,Cüneyt Çelik,Hüseyin Demirci
20 Berfanbar 2023•Rojanekirin: 22 Berfanbar 2023
Li Erzirom, Qers û Ardahanê bandora neyênî ya sermayê li ser jiyanê berdewam e.
Li Erziroma ku bi şev germa hewayê weke di bin sifirê da 10 pile hat pîvan, rê, peyarê û şadirvan qeşe girtin.
Welatiyan qeşaya camên wesayitên xwe bi xeritandinê paqij kirin, hinekan jî bi betaniyan wesayitên xwe nixumandin.
Ekîbên şaredariyê li navenda bajêr xebatên xwe yên maliştina berfê û qeşayê didomînin.
- Qers
Li Qersa ku bi şev germa hewayê weke di bin sifirê da 12 pile hat pîvan, gol û hinek qadên avî qeşe girtin.
Ji ber sermayê hinek beşên Çemê Qersê qeşa girt.
Herwiha ava ku ji misliqê diherikî û li ser dareke li teniştê şembelîlk çêbûn.
Li navçeya Sarîqamîşê jî camên wesayitan, baceyên xaza siruştî û kaniyan qeşa girt. Xwêsî ket ser giya û daran ser rûyê çem qeşa girt.
- Ardahan
Li Ardahanê sermayê bandoreke neyênî li ser jiyanê kir.
Li bajêrê ku bi şev germa hewayê weke di bin sifirê da 12 pile hat pîvan, ji ber hewaya sar qeşa ket.
Camên wesayit û malan qeşa girt.