Li gorî agahiya ku ji midûriyeta herîma 12an a meteorolojiyê hat hildan, li herêma ku di bin hilmegura bilind a ku ji aliyê Sibîryayê tê de ye, bi navber berf dibare û hewaya sar e.
Hewaya herî sar li bajarên Rojhilatê wiha hat pivan; Agirî di bin sifirê de 25 pile, Erdehan di bin sifirê de 24 pile, Qers di bin sifirê de 23 pile, Erzirom di bin sifirê de 15 pile, Îdir û Erzîncan dibin sifirê de 10 pile.
Germahiya herî zêde ya navarojê jî li Erdehanê di bin sifirê de 10 pile, li Qers û Agiriyê di bin sifirê de 9 pile, li Erziromê di bin sifirê de 5 pîle, li Îdir û Erzîncanê di bin sifirê de 6 pîle tê texmînkirin.
Ji ber hewaya sar camên hin kargeh, mal û wesaîtan cemed girt. Ekîbên şaredariyê ji bo berf û cemedê paqij bikin xebatên xwe didomînin.