İlhami Erkılıç
14 Mijdar 2021•Rojanekirin: 14 Mijdar 2021
Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê qeşa, cemed, cî bi cî mij û xumam tê payîn.
Li gor daxuyaniya ku ji Midûriya Herêma 12emîn a Meteorolojiyê hat dayîn, li tevahiya herêmê hewa wê ewrsayî be.
Li herêmê germa hewayê wê li gor demsalê ji 2 pileyan heta 4 pileyan zêde bibe.
Li herêmê bi şev û serê sibehê qeşa cemed, cî bi cî mij û xumam tê payîn.
Bi şev germa hewayê ya herî kêm li Tunceliyê sifir, di binê sifirê da li Qersê 8, li Erdexanê 7, li Agiriyê 6, li Erziromê 4, li Erzincanê 2 û li Îdirê pileyek hat pîvan.
Nava rojê germa hewayê ya herî zêde li Tunceliyê 16, li Erzincanê 15, li Agirî û Îdirê 14, li Erziromê 12, li Erdexan û Qersê 11 pile tê payîn.