Mustafa Bayar
12 Tîrmeh 2024•Rojanekirin: 13 Tîrmeh 2024
Li Şanliurfayê 3 malbatên ku neyarî di nava wan da hebû, mewlûdek dan û li hev hatin.
Nêzî 10 meh berê malbata Ilika ji eşîra Şedadî û malbatên Arîk û Ergûn ên ji eşîra Pîjanê, piştî şerê ku di encamê de kesekî jiyana xwe ji dest dabû, bûbûn neyarên hev.
Bi mebesta dawîlêanîna neyariyê rîsipiyên herêmê ketin navberê. Piştî qanîkirina malbatan li otelêkê xwarina lihevhatinê hat dayin.
Di bernameyê da bi xwendina selewatan, kirina dueyan aliyan hevdu hembêz kir û li hev hatin.
Parlamenterê berê yê AK Partiyê Seyît Eyyuboglu di axaftina xwe ya li vir da spasiya kesên ku ji bo bidawîkirina neyartiyê bûne alîkar kir û hêvî kir ku bûyerên wiha xemgîn dubare nebin.