Türkan Tosun
09 Tebax 2018•Rojanekirin: 10 Tebax 2018
ERZURUM
Hat ragihandin li Rojhilatê Anadoluyê li 7 bajaran barana gur wê bibare.
Li gor Midûriya Herêma 12emîn a Meteorolojiyê li hemû herêmê hewa wê pir ewrayî be.
Tê texmînkirin heta nîvro li Erzirom, Erzingan, Erdexan, Qers û der û dora van bajaran, piştî nîvro jî li hemû herêmê baraneke gur wê bibare.
Li herêmê germahî wê li gor demsalê be, ji hêla bakur va jî ba wê bê.
Germahiya herî kêm a bi şev li Erdexanê 10, li Qers û Erziromê 11, li Agiriyê 14, li Tunceliyê 18, li Erzinganê 19, li Îdirê jî 22 pile hat pîvan.
Germahiya herî zêde a bi roj jî wê li Tunceliyê 34, li Erzinganê 32, li Îdirê 31, li Agiriyê 29, li Erziromê 24, li Qers û Erdexanê jî 23 pile be.