Şirketên belavkirina sotemeniyê lîtreya benzînê 4-6 quriş erzan kir.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê wergirt, li Enqereyê lîtreya benzîna bioktana 95an ku di navbera 4,22-4,23 lireyî de dihat firotin, bi 4,16- 4,17 lireyî tê firotin.
Li Stenbolê lîtreya benzîna bioktana 95an ku di navbera 4,19-4,20 lireyî de dihat firotin, bi 4,14- 4,16 lireyî tê firotin, li Îzmirê jî lîtreya benzînê ji 4,22 û 4,23an daket 4,16-4,17 lireyî.
Bihayên benzînê li gor reqabet û piyasayê li her bajêran diguhere.