21 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 21 Tîrmeh 2016
NÎGDE
Li Nîgdeyê malbata Okan Acarê 1 ji wan her 2 polêsên şehîd ku li Ceylanpinara navçeya Şanliurfayê di 22 temûza 2015an da ji aliyê terorîstên PKKyî va di xew da, bi namerdane hat kuştin dixwazin ku heta koka rêxistina terorê biqele operasyon bidomin.
Dayika polêsê şehîd Zehra nuha di wê mala ku kurê wê yî şehîd kirîbû digel herdu zarokên xwe Berkan (18) û Serkan (9) îqamet dike.
Bavê Şehîd Okan Acar berî nuha bi 2 salan miribû.
Zehraya dayika wî digel Berkanê kurê xwe diçe ser gora şehîd dueyan dikin, gorê av didin û paqij dikin.
Zehraya dayika şehîd ji nûçegihanê AAyê ra axivî û got, "Salvegera şehadeta kurê min e, ti tişt ji şehîdbûnê xweştir nîn e. Berî ku kurê min şehîd bikeve em her roj diaxivîn. Lê roja şehîd ket ji ber ku cejin ketibû ber em 4 rojan neaxivîbûn. Di hişê min da kenê wî yî xweş maye. Min timê jê ra digot, Xwedê ewladekî weke te bide hemî kesî, tu ewladekî gelekî salih î. Ew tenê dikeniya û digot, 'Xwedê ji te razî be dayê'. Wî ji min ra due dikir, min jî ji wî ra. Malxwê mala me bû."
Dayka şehîdî her wiha got, "Kurê min bi hevalê xwe ra li malê dema di xew da bû, bi namerdane hat kuştin. Dibêjin dema mirov avê vedixwe mar jî pê venade. Ji xwe ku ew mirov bana wiha nedikirin. Xwedê bela bide wan. Ew weke kuçik dibine laş lê yên me dibin şehîdê ezîz."
"Kurê min şehîd ket lê gihişt mertebeya herî bilind"
Dayika Şehîd destnîşan kir ku kurê wê gihiştiye mertebeya herî bilind û got, "Serê me bilind e, eniya me pak e. Em bûne malbateke şanaz. Kurê min şehîd ket lê gihişt mertebeya herî bilind. Em jî malbata şehîdan in, ez dayika şehîdan im. Du kurê minî din hene ew jî ji bo fedakirina canê xwe amade ne."
"Heta koka rêxistina terorê biqele bila operasyon bidomin"
Acar di dawiya axaftina xwe da anî ziman ku take daxwaza wê ji dewletê ew e ku operasyon bidomin û got, "Xwedê hêzê bide esker û polêsên me, Xwedê nehêle ku alaya me dakeve xwarê. Bila gav bi paş da neyê avêtin. Heta koka rêxistina terorê biqele bila operasyon bidomin."