Midûrê Koma Kargeha Sîstema Şirketa Anonîm a Belavkirina Ceyranê a Vangoluyê (VEDAŞ) Alî Canturk Demir got: "Ji serê sibê vir ve li Tirkiyeyê ceyran tune. Lê ji ber ku bajarên Wan û Hekariyê ceyrana xwe ji Îranê peyda dike, li van bajaran hin cihan ceyran neçû."
Li Tirkiyeyê gelek bajaran ceyran çû, lê li Wan û Hekariyê bi tenê hin cihan ceyran çû. Lewra ceyran ji Îranê tê van bajaran.
Demir ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku li Hekariyê, li navenda Wanê û Başkale, Saray û Ozala navçeyên Wanê ceyran neçû.
Demir wiha axivî: "Ji serê sibê vir ve li Tirkiyeyê ceyran tune. Lê ji ber ku bajarên Wan û Hekariyê ceyrana xwe ji Îranê peyda dike, li van bajaran hin cihan ceyran neçû. Li Mûş û Bidlîsê di saet navbera 10.45 û 12.45an de bi giştî ceyran çû. Lê piştî ku pirsgirêk hat çareserkirin gav bi gav ceyran hat dayîn."