Sevim Hatun
08 Mijdar 2017•Rojanekirin: 11 Mijdar 2017
GAZÎANTEP
Li Entabê bi hatina payizê re siruşt bi rengên zer, şîn û sor xemilî.
Entaba ku bi sinayî û bazirganiya xwe derketiye pêş di salên dawîn de di qada turîzmê de jî navê xwe belav kir. Li herêmê bi hatina payizê re bi taybetî li ciyên geşt û gerê siruşt bi rengên curbecur xemilî.
Parka Botanîk ya Dulukbaba ya li navçeya Şehîtkamil ku li ser Îpekyoluya dîrokî ye, bi hatina payizê re guherî. Li vir payiz ji her aliyî ve xwe nîşan dide. Ev der ji bo welatiyên ku dixwazin dawiya hefteyê bigerin, seyranê bikin, herwiha ji bo bûk û zavayên payizê dizewicin ciyê ger û wênekişandinê ye.
Li herêma ku biharê bi hêşnahiya xwe balê dikşîne bi hatina payizê re siruşt bi rengê zer û sor xemilî. Li herêmê wextê roj di ser daran re hiltê û diçe ava siya daran dikeve ser golê û dîmenên xweşik ên siruştê derdikevin holê. Welatî ji bo dîtina van dîmenên ku dişibin karpostalan û bêhnvedanê tên vir.